Ji Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijêrên li bajarên din bang hate kirin

Partiya Çepên Kesk, bang li hilbijêrên ku dengên wan li bajarên din e kir û diyar kir ku wê serlêdan heta 10’ê Gulanê nîvê şevê berdewam bikin.

Partiya Çepên Kesk di rojên beriya hilbijartinê de jî veguhastina hilbijêrên ku li Stenbolê najîn, didomîne. Dema serlêdanê ji bo Stenbolê 10’ê Gulanê heya nîvê şevê ye. Samet Ayas ji Partiya Çepên Kesk a Stenbolê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ev xebat dikare rojekê jî bê dirêjkirin.

JI HER DERÊ TIRKEYEYÊ LI ME GERIYAN

Ayas diyar kir ku dengek jî pir bi qîmet e û wiha got: “Em di her hilbijartinê de ji bo hilbijêrên bi tevger ango hilbijêrên ku dengên wan li bajarên din e, xebatê dikin. Dengek jî bi qîmet e. Mînak li hin bajaran wekîl bi yek-du dengan wenda dibin, ji ber vê yekê me li Stenbolê ji bo hilbijêrên bi tevger xebatek pir dijwar meşand. Li sê herêman ji bo vê berdevk hatin hilbijartin. Li her navçeyekê 2 heval hatin wezîfedarkirin. Me bi awayekî lez jî vê yekê li ser medyaya civakî parve kir. Ev bangên me yên ji bo Stenbolê kirin, di medyayê de gelekî xuya bû. Ji çar aliyê Tirkiyeyê li me geriyan. Gotin ‘em dixwazin ji bajarekî biçin bajarekî din, em çawa dikarin bikin.’ Me hewl da ku alîkariyê bikin wan."

SERLÊDAN SÊ QAT ZÊDE BÛN

Samet Ayas da zanîn ku îsal ji ber krîza aborî hejmara serlêdanan zêde bûye û got, "Ji ber bandora krîza aborî, vê carê li gorî xebatên berê sê qat serlêdan zêde bûne. Em hemû dizanin ku ji bo ji vir biçin Amedê pêwîste 600,700 lîreyî heqê bilêtê bidin. Her kes nikare vê perê peyda bike. Serlêdana herî zêde ji çîna karkeran û her wiha kesên ku rewşa wan a aborî ne baş be hat.

Di encama xebatên me yên niha de nêzî 5 hezar kes wê ji Stenbolê biçin bajarên din. Bi giranî ev kesan helbet ji bajarên Kurdistanê ne. Mînak nêzî hezar kes diçin Wanê. Ji bilî vê, bajarên Amed, Sêrt, Colemêrg û Rihayê hene. Her wiha dema me dest bi vî karî kir, di serî de bi welatiyên ku ji ber erdhejê koçî vir kirin, me Komîsyona Erdhejê jî ava kir. Em bi wan re di nava têkiliyê debûn. Me bi rêya vê komîsyonê bi wan re têkilî danî û ji bo wan bigihînin herêmên lê dijiyan me xebat pêk anî.

Heya niha me ji bo roja dawî gotiye 10’ê mehê, lê dibe ku em rojek din jî dirêj bikin. Ji ber ku gelek çêbûn. Me cihên xwe yên cuda li du herêman diyar kirin. Bi awayekî em bikaribin wesayîtan tije bikin, organîze dikin. Bilêtên yên din jî wek mînak ji bo bajarên ku otobus nayên tijekirin wê bên birîn. Ji kesên ku 10’ê Gulanê piştî nîvê şevê derkevin re dê peyama agahiyê bê şandin, belkî li gor daxwazan em rojekê jî dirêj bikin.'”